TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hesekê motorsiklêtek hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 18 mijdar 2019 02:03

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê îro yekşemê motorsiklêteke bombebarkirê hat teqandin.

Hat zanîn ku motorsîklêteke bombebarkirî û li nêzîkî Qada Sebax li derwazeya bakurê bajarê Hesekê çêbûye.

Li gorî zanyariyên hatine, di teqînê de ti zirarên canî çênebûne û  Hêzên Asayişa Hesekê gihîştin ecihê teqînê û dest bi lêkolînan kirine.

Beriya çend rojan li bajarê Qamişlo 3 teqîn çêbûbûn û bi dehan kesan can dabû û birîndar bûbûn. Berpirsiya wan teqînan rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girtibû.

 

Parve bike: