TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê 18 nexwesên din ji Covid-19 bas bûn û çûn malên xwe

Admin H
Nivîskar
📅 14 nîsan 2020 17:19

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê 18 nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 baş bûn û îro ew şandin malên wan.

Serokê Peresterên Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ragihand, 18 nexweşên ku doh ji vîrusa korona bi temamî baş bûne piştî pişknîn ji wan re hatin kirin, îro vegeriyane malên xwe.

Herwiha hat diyarkirin ku beşek ji wan kesên baş bûne, vîrus ji taziya taxa Karêzanê vegirtibûn û beşa din jî xelkê bajarokê Soran in.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine 330 kes in, 208 kes ji wê nexweşiyê baş bûne, 4 kesan jî can daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye doh di nav 24 saetan de ti haleteke tûşbûna Covid-19 li Herêma Kurdistanê nehatibû tomarkirin.

Parve bike: