Kurdistan
Li Hewlêrê 2 kes bi tohmeta bikaranîna maddeyên hisbir hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê 2 kes bi tohmeta bikaranîna maddeyên hişbir hatin desteserkirin.
Rêveberiya Polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir, beşa polîsê hawarçûnê yê Hewlêrê, li goristana Şêx Ehmed, du tohmetbar bi navên (F, l,) û (E, N,) bi tohmetiya bikaranîna maddeyên hişbir û maddeyên alkolê hatine desteserkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di dema desteserkirina wan tohmetbaran de, hejmarek maddeyên hişbir û otomobîlek jî hatiye desteserkirin.
Polîsê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî daye, bi armanca rêkarên yasayî, tohmetbar radestî nivîsîngeha nehiştinî tawanên rojhilat hatine kirin.