Kurdistan
Li Hewlêrê 7 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînên koronayê belav kir û ragihand, li nav sînorên parêzgeha Hewlêrê 7 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine.
Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku testên 7 kesên din li Hewlêrê pozîtîf derketine û wiha tê gotin:
3 ji wan jin in temenên wan 59,59,57 salî ne, 2 jî zilam in temenên wan 69 û 29 salî ne, li gel du zaroyên temen 2 û 9 salî. 3 tûşbûyî berketî û malbata tûşbûyê doh yê bajarê Hewlêrê ne, 4 tûşbûyên din jî nîşanên wê nexweşyê hene û rûniştvanên nahiyeya Enkawe û taxên Sefîn û Gulan in li bajarê Hewlêrê ne.