Kurdistan
Li Hewlêrê kesekî ereb ji qulkirina boriya petrolê û dizîya wê hat girtin
PeyamaKurd – Li devera Quştepe ya Hewlêrê, kesekî ereb bi tohmeta qulkirina boriya petrolê hat girtin.
Fermandarekî hêza parastina saziyên petrolê bi navê Serdar Murtke ragihand, doh kesekî ereb li gundê Dolebekre yê nehiya Qûştepe ya Hewlêrê hat girtin ku boriya petrolê qul kiribû û petrol dizîbû.
Serdar Murtke diyar kir, ew kesê han zêdetirî 30 hezar lître petrol dizîbû, ji ber wê jî hat girtin.
Hat zanîn ku tîmên pispor niha mijûlî çêkirina wê boriyê ne ku hatibû kunkirin.