Li îdira Bakur û Urmiye ya Rojilatê Kurdistanê erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê û herwiha li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû. Li gor zanyariyên di destpêka erdhejê de tu zerar çênebûne.
Erdheja li aliyê Bakurê Kurdistanê di saet 02.29ê şevê de û bi hêza 4.4 û kurahiya 5.4 kîlometre li nêzîkê gundê Qeregun ê ser bi parêzgeha Îdirê ve çêbûye.
Di derbarê erdhejê de Walîtiya Îdirê daxuyaniyek belav kir û ragihand, tîmên meydanî ji bo şopandina rewşê û destnîşankirina zeraran çûne cihê bûyerê û lêkolînan dikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: "Ji ber erdheja bi hêza 4.4 ku roja 12.08.2020 di saet 02.29 deqan de çêbû, lêkolînên tîmên me li meydanê berdewam in û heta niha tiştekî nerênî naxuye. Em pêşhateyan ji nêzîk ve dişopînin. Bo hemû welatiyên me derbasbûyî be."
Ji ber erdhejê û tirsa dubarebûna erdhejê, xelkê Îdirê ji malên xwe derketin û daketin cade û kolanan û şev li derve derbas kirin.
Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê û li bajarokê Bazirganê yê ser bi parêzgeha Urmiyê jî erdhej çêbû
Li gor Rêveberê Giştî Kontrola Krîzan li parêzgeha Urmiyê Emîr Ebas Ceiferî ragihand, erdhejekê bi hêza 3.2 pileyê Rîxter bajarokê Bazirganê li navçeya Makoyê hejandiye, lê belê ti zerar çênebûne.