TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îran û Rojhelatê Kurdistanê hilbijartin didomin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 01 adar 2024 18:34
PeyamaKurd - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdana ji bo 12emîn gera hilbijartina Parlamentoya Îranê vê sibehê dest pê kir.

Deriyên navendên dengdanên li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gorî dema Îranê di demjimêr 08:00  vebûn.

Wê di dengdana hilbijartina ku wê 15 hezar û 200 berbijêr li 31 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo bidestxistina 290 kursiyên parlamentoyê rikeberiya hev bikin de li Rojhilatê Kurdistanê, Hezar û 59 berbijêr li ser bidestxistina 38 kursiyên parlamentoya Îranê rikeberiyê bikin.

Ji bo parêzgeha Urmiyeyê 12 kursî, Kirmaşan 8 kursî, Sine 6 kursî, Loristan 7 kursî û Îlamê 3 kursî di parlamentoya Îranê de hene.

Herwiha li parêzgeha Loristanê 295 berbijêr, li Sine 133, li Urmiyeyê 369, li Îlamê 54 û li Kirmaşanê jî 208 berbijêr rikeberiya hev dikin.

Berpirsên payebilind ên Îranê di hilbijartinên vê carê de gringiyî didin wan kesên ku wê yekem car dengê xwe bidin.
 
Parve bike: