Li Îranê 5 girtiyên Kurd hatin îdamkirin, 64 jî hatin girtin
PeyamaKurd - Li gorî rapora mehane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, li Îranê di nava meha Cotmehê de binpêkirinên mafên mirovan berdewam kirine û herî kêm 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di heman demê de 64 Kurd hatine desteserkirin, ku di nav wan de 8 jin û 6 zarok jî hene, û cezayê bidarvekirinê an girtîgehê li 23 kesan hatiye birîn.
Di rapora rêxistinê de behsa rewşa girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradiyê jî hat kirin ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn. Herwiha binpêkirinên li dijî kolber û jinan hatin belgekirin.
Di raporê de hate ragihandin ku rejîma Îranê zextên xwe yên li ser kêmneteweyan û bi taybetî li ser herêmên Kurdan zêde kiriye, di demekê de ku civaka navneteweyî bi tundî nerazîbûnan nîşanî polîtîkayên çewisandinê dide.