Kurdistan
Li Îranê gel bi ser baregeha leskerî de girt: 2 kustî, 4 birîndar
PeyamaKurd- Doh (10.08.2019) xelkê parêzgeha Mazenderan ê li bakurê rojhilatê Îranê, êrîş birin ser binkeya Esmanî ya Artêşa Îranê.
Li gorî agahdariyên ku ji PeyamaKurd re hatin, di vê êrîşê de ji xelkê sivîl 2 kes ji aliyê hêzên îranê ve hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin ku di heman êrîşê de gelek kes jî hatine girtin. Lê heta niha zirara leşkerên hêzên Esmanî yên Artêşa Îranê diyar nebûye.