Kurdistan
Li Îranê ser û pevçûn: 11 kustî
PeyamaKurd- Li rojavayê başûrê Îranê di navebra Artêşa parazvanên Şorişa Îranê û grûbekî çekdar de şer derket û di encamê de 11 kesên rêxistinê hatin kuştin. Di mijarê de ji artêşê bi nivîskî ragihandinek hat kirin:
“ Ji devera sînorê Ûşnûyê ji eyaleta Azerbeycanê grûbeka ku bi ser îstîxbaratên dinan de bû, xwestin bikebin nav welat û şer derket. Di dawiya şer de 11 endamên rêxistinê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.”
Di derbarê hêzên Îranê de ti agahî nehat dayîn. Îran navê rêxistinê jî neda. Berê gelek cara li wê deverê di navbera hêzên Îranê û PDK ya Îranê û PJAKê de şer derdiket.