TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Iraqê bobelat: Hejmara miriyan zêde bû û bi hezaran malbat...

Admin S
Nivîskar
📅 25 mijdar 2018 14:48

PeyamaKurd - Ji ber barîna barana zêde û rûdana lehiyan ku ev çend roj in berdewame, li Iraqê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran malbat jî bê mal man.

Hat ragihandin ku hejmara miriyên felaketa lehiyê gihîştiye 16 kesan û tenê li navçeya Şirgat a parêzgeha Selahadînê 3 hezar malbat bê xanî mane.

Rayedarên Iraqê bangên lezgîn li rêxistinên alîkariyê dikin ku bi hawara herêmên bobelata lehiyê rû daye ve biçin û rewşa metirsîdar a wan herêman tînin ziman.

Li gor zanyariyên hewanasiyê dê barîna baranê îro sibe jî berdewam bike.

Parve bike: