Li Iraqê krîza budçeyê: Şanda Kurdistanê diçe Bexdayê
PeyamaKurd - Civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ya ku biryar bû îro ji bo nirxandina projeyasaya budceya sala 2027an be, ji ber kûrbûna nakokiyên siyasî bo roja sêşemê (10ê Mijdarê) hat paşxistin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî diyar kir ku di budceya nû de girîngî bi projeyên stratejîk ên wekî "Rêya Geşepêdanê" û "Sindoqa Serweriya Nifşan" hatiye dayîn.
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pişka Herêma Kurdistanê hêj nakokî berdewam dikin; dema ku Bexda %12.67 û şandina 450 hezar bermîlên petrolê dixwaze, Hewlêr daxwaza %14 dike û destnîşan dike ku ji ber astengiyên teknîkî ew nikarin wê qas petrolê bişînin.
Di çarçoveya van hewldanan de, biryar e sibe yekşemê şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Cenab Nûrî biçe Bexdayê.
Şanda Herêmê dê bi wezîrên petrol, darayî û avakirinê yên Îraqê re bicive da ku pirsgirêka mûçe, şayisteyên darayî û pişka Kurdistanê di budceya 2027an de gotûbêj bike û bigihîje çareseriyekê.