TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îzmîr û Mêrsînê 16 Kurd hatin desteserkirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 19 adar 2024 16:46

PeyamaKurd - Hêzên asayîşê yên Tirkiyeyê li parêzgehên Îzmîr û Mêrsînê di encama operasyonên hevdem ku bi ser gellek malan de hate girtin de 16 kes hatin desteserkirin.

Hate ragihandin 5 kesên li Îzmîrê hatine desteserkirin welatiyên Sûriyeyê ne û bi hinceta “endamtî û bi ser medyaya civakî propagandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine” hatine desteserkirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, her pênc kesên desteserkirî radestî Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê hatine kirin, lê nasnameya kesên desteserkirî nehatiye eşkerekirin.

Her wiha hate ragihandin ku li Mêrsînê jî bi heman tawanbariyê 11 kes hatine desteserkirin.

Hate gotin ku polêsan 11 kesen desteserkirî ji bo kar û barên îfadewergirtinê birine navenda ewlehiyê.

Li hêla din, li ser nasnameya wan kesan jî ti agahî nehatin dayîn.

Parve bike: