TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Japonyayê 2 froke li hev ketin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2024 19:43

Peyama Kurd - Li Frokexaneya Hanedayê ya Tokyoyê li ser pîstê agir bi frokeyeke Rêyên Asmanî ya Japonyayê ket. Nêzikî 400 rêwî û personelên frokeyê, bêyî mirin û birîndarîyê hatin rizgarkirin.

Li gorî ajansa fermî ya Japonyayê (NHK) frokeya rêwiyan ku ji bajarê Sapporoyê yê Japonyayê rabûye, dema daketiye Frokexaneya Hanedayê ya Tokyoyê, li ser pîstê li frokeyeke ewlehiya peravê ketiye û agir pê ketiye.

Dezgeha Rêyên Esmanî ya Japonyayê ragihand ku 379 rêwî û xebatkarên frokê ji hatine rizgarkirin.

Ji hêla din ve Dezgeha Ewlehiya Peravan a Japonyayê jî ragihan ku çawanîya lihevketina herdu frokeyan bi her awayî tê lêpirsîn.

Herwiha hemû geştên balafirgeha Hanedayê hatin rawestandin

Parve bike: