TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kampa Holê penaberekî iraqî hat gulebaran kirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2020 23:39

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya Hesekê ku bêhtirî 31 hezar penaberên iraqî û malbatên terorîstên DAIŞê tê de dimînin, penaberekî iraqî hat gulebaran kirin.

Hat ragihandin ku şeva borî hin kesên nenas û rûpûşkirî penaberê ji Iraqê yê bi navê Qasim Şehlan dema di nav stada kampê ya beşa sêyem digeriya, gulebaran kirin.

Qasim Emmar Şehlanê 30 salî ku ji bajarê Enbar ê Iraqê ye birîndar bû.

Hat zanîn ku komeke çekdar li pêşiya niştecihên kampê gule lê barandind û piştre jî reviyane.

Penaberê birîndar bo nexweeşxaneyê hatiye veguhestin û guman heye ev êrîş ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin.

 

Parve bike: