TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kampa Holê ya Rojava jin û mêrek kustî hatin dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2020 23:02

PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê îro li Li Kampa Holê ya li Hesekê ku piranî malbatên DAIŞîyan lê dimînin, jinek û hevjînê wê kuştî dîtin.

Li Kampa Holê ku ji ber kiryarên jinên DAIŞî weke kampa herî xeter ya cîhanê tê binavkirin, 2 kesên din hatin kuştin.

Rêveberiya Parastinê ya Kampê diyar kir ku vê sibê jinek û hevjînê wê di konê xwe de kuştî hatine dîtin.

Hat ragihandin ku jina bi navê Zehra Ehmed a 20 salî û hevjînê wê Osman Reşîd ê 20 salî ku kuştî hatine dîtin, xwedî regeznameya Iraqê ne.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiyê li kampê lêgerîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin û hat diyarkirin şêweyê kuştina wan dişibe, şêweyên kuştinên jinên DAIŞî.

Parve bike: