Kurdistan
Li Kanî Masiyê mayîn teqiya û bîsîkletvanê Danîmarkayî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li navça Amediyê li nahiya Kanî Masiyê bîsîkletvanê Danîmarkî yê ku bi hevalê xwe re bîsîkletê dajot, ji ber teqîna mayîna ku ji aliyê PKK ê de di rê de hatibi bicîhkirin û teqiya, jiyana xwe ji dest da.
Peyamnêrê K24 ê ragihandiye ku ji ber li deverê bombe hatine çandin, tîmên wan nikaribûne xwe bigihînin ciyê bûyerê. K24 agahiyê ji hêzên ewlehiya bidest xistiye û bîsîkletvan jiyana xwe ji dest daye.
Navê bîsîkletvanê Danîmarkayî nehatiye ragihandin.