TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerboranê bi hinceta operasyona leskerî, qexeya derve hat ragihandin

📅 07 nîsan 2020 15:47

PeyamaKurd - Li Kerboranê, navçeya Mêrdînê bi hinceta ku operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin, li sê gundan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin..

Walîtiya Mêrdînê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kir ku ji ber operasyona leşkerî li tax ango gundên Harmanli, Kismetli û Karagolê yên ser bi Kerboranê ve, qedexeya derketine derve hatiye ragihandin.

Biryar duh, roja 6ê Nîsana 2020an saet 11ê şevê, dest pê kiriye û heta biryareke din wê ev ew biryar di meriyetê de be.

Walîtiyê di heman daxuyaniyê de diyar kir ku biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye wergirtin.

Parve bike: