Kurdistan
Li Kerkûkê 3 teqîn pêk hatin: 16 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê 3 teqîn hatin kirin û di encamê de 16 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku, li nava parêzgeha Kerkûkê 3 teqîn bi riya bombeyên vedayî hatin kirine û di encamê de 16 kes birîndar bûne.
Herwiha li gorî zanyariyên berdest, yek teqînan li nava bazara Ehmed Axa hate kirin, ku bombeyeke vedayî bi barhilgirekê de teqiya û 2 kes birîndar bûne.