TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê 4 DEAS î hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 06 mijdar 2020 01:32

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Iraqê li Kerkûkê di heman wextê de avêtin ser 2 ciyan û 4 kesên ku DEAŞ î ne desteser kirin. Rêvebirê polîsê Kerkûkê ragihand ku piştî gilî hatiye kirin avêtine ser du ciyan.

Her 4 DEAŞ iyên ku hatine desteserkirin, berê li bajarê Selahaddînê di kampekî de bûne û bo bikevin Kerkûkê ewraqên sexte bo xwe dane amadekirin.

Êrîşên DEAŞ ê bo ser deverên Kurdistanê yên ku ne di bin rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne her diçe dewam dikin.

Parve bike: