TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê 415 muxtar ji peywirê hatin dûrxistin

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2026 13:47

PeyamaKurd - Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa, li seranserê parêzgehê, navçe, nahiye û gundan de 415 muxtar ji peywirê dûr xistin.

Hat ragihandin ku ev biryar li gorî xala qanûnî ya ku bi dawîbûna dema peywira muxtarên temenê wan ji 65 salî mezintir pêşbînî dike, hatiye girtin.

Qeymeqamê Kerkûkê Avesta Şêx Mihemed diyar kir ku li gorî xala 7emîn a qanûna jimare 13an a sala 2011an, ev pêngav ferzeke qanûnî ye û dê di cihê wan de kesên mercan pêk tînin bêne hilbijartin.

Di heman demê de hat ragihandin ku mûçeyên muxtarên ku hatine dûrxistin hatine birîn û muxtarên gund û bajarokan ev 5 mehan e mûçeyên xwe wernegirtine.

Li gorî zanyariyan, ev dûrxistin tenê gava yekem e û di paşerojê de dê muxtarên taxên navenda bajarê Kerkûkê jî ji peywirê bêne dûrxistin. Muxtarên temenê wan gihîştiye 65 salî xwedî maf in ku careke din bibin namzed, lê ji bo vegera wan erêkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şert e.

Parve bike: