Li Kerkûkê cotyarên Ereb êrîsê cotyarên Kurd kirin
PeyamaKurd – Li rojhilatê Kerkûkê li gundê Çermaxe cotyarên Ereb êrîşê cotyarên Kurd kirin û di encamê de hinek kes birîndar bûn. Muxtarê gundê Çermaxe Kûyxa Omer Şasiwar ji bo kanala K24 ê babetê weha ragihandiye:
“Erebên hatine gundê me dagirkerin û ji 16 ê cotmeha 2017 an heya niha 300 donum erdê cotyarên Kurd îşxal kirine. Ji bo gundiyên Kurd bitirsînin û wan kêm bixin hatine. Di navbera her dû terefan de şer derket û ji her dû terefan birîndar hene.
Di pevçûnê de çek nehatin bikaranîn. Tenê bi daran lihev xistin. Rêvebiriya Kerkûkê destekê dide Ereban û desthilatin. Ji bo em gund terk bikin daîma zorê didin ser me.
Piştî Pêşmerge di 16 ê cotmehê de vekişiyan, bi sedema ewlehiyê ji 150 malan tenê di gund de 7 mal man. Em gund û nasnama xwe diparêzin. Rêvebiriya Kurd ji bo me biparêze divê pir bixebite. Eger ev bibe, wê gund vala nebe.”