TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê di baregeha K-1 de teqînekî çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 13 adar 2026 22:55

PeyamaKurd – Berdevkê Polîsê Kerkûkê Emir Şivani bo Rûdawê ragihandiye ku li bajarê Kerkûkê li taxa Emael Şaabi dengê teqînekî hatiye û li gor agahiyên ketine destê polîs; baregeha K-1ê kirine armanc û nehatiye zanîn bê bi fuzeyê an bi dronê li baregehê xistine.

Lê çavkaniyekî dinê jî ragihandiye bi 2 fuzeyan li baregeha K-1ê xistine lê yek ji wan jî li hedefa xwe neketiye.

Baregeha K-1ê dikeve Rojavayê Kerkûkê û jê 15 km dûr e. Baregeh berê di destê leşkerên DYA de bû lê piştî baregehê terk kirin, di sala 2020an de teslîmê artêşa Iraqê kirine.

Parve bike: