TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê di teqînê de rêvebirê îstîxbarata tumena 8em can da

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2024 02:34

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê nêzî navça Dibsê di teqînekî de zabitekî artêşa Iraqê can da û 2 leşker birîndar bûn. Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê ku ji Rûdawê re gotiye; bûyer seet di 18.30an de li navça Dibsa bi ser Kerkûkê, li gundê Tuelê çêbûye. Bomba ku ji terefê DEAŞê de hatiye bicîhkirin, bi erebeyekî artêşa Iraqê ve teqiyaye.

Di bûyerê de zabitekî can daye û 2 leşker birîndar bûne. Zabitê ku jiyana xwe ji dest daye rêvebirê îstîxbarata tumena 8em ya Fermandariya Hereketê ya Kerkûkê Lays Xayali ye.

Birîndaran birine nexweşxanên li Kerkûkê û ereba ku tê de bûn bûye xurde.

Gelek caran DEAŞ li navça Dibsê ya bi ser Kerkûkê, êrîşê artêşa Iraqê dike. Artêşa Iraqê jî bi balafiran çeperên DEAŞê bombebaran dike.

Parve bike: