Kurdistan
Li Kerkûkê ewlehî û aramî nayê temîn kirin
PeyamaKurd - Li Kerkûkê rewşa ewlehî û aramî nayê temîn kirin, di nava 24 seetên dawî de 3 kes di bûyerên cuda de hatin kuştin.
Yek ji wan kesên kuştî endezyar bû ku di mala xwe de ji aliyê 2 kesên Ereb ve hat xeniqandin û laşê wî hatiye parçeparçekirin û li cihekî hatiye veşartin. Ew herdu kes jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin, ku ev jî piştî ji kamerayên çavdêriyê dîmenên encamdar hat dîtin û hat aşkerekirin.
Di bûyereke din de termê melayekî Mizgefta Ehmed Axa, di mezgeftê de tê dîtin. Bûyera dawî jî kuştina jinekê ye li Taxa Domîzê, ku heta niha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ti zanyariyek di derbarê wê bûyerê de nehatine aşkerekirin.