Li Kerkûkê geştên asmanî piştî du mehan dest pê kirin
PeyamaKurd - Piştî şerê Amerîka-Îsraîlê yê Îranê ku geştên asmanî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê rawestiyabûn careke din dest pê kirin.
Îro saet 09:00ê sibê balafira yekem a xeta asmanî ya Iraqê ku ji Bexdayê bi rê ketibû, li Kerkûkê danî.
Berpirsê Ragihandinê yê balafirxaneyê Herdî Semed diyar kir ku wek pêngava yekem, niha her hefteyê tenê sê geşt ji bo Enqereyê tên kirin lê berê ev hejmar ji bo Siûdî û Tirkiyeyê 12 geşt bûn.
Geştên navneteweyî dê di 8ê gulanê de zêde bibin
Herdî Semed da zanîn ku kompaniya Turkish Airlines dê ji 8ê Gulanê ve dîsa geştên xwe yên ji bo Iraqê bide destpêkirin û bi vê yekê re dê hejmara geştên balafirxaneya Kerkûkê jî zêde bibe. Balafirxaneya Kerkûkê ku di sala 2021ê de hatibû vekirin ji ber girtina asmanê Iraqê di dema şer de rastî zirareke mezin a aborî hatibû û ji bo geştyaran jî astengiyên giran çêbibûn.