TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê hejmara miriyên koronayê gihîst 318 kesan

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 16:51

PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê 9 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê can dan û zêdetirî 180 kes jî pê ketin.

Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe ragihandiye ku doh 15ê Tebaxê, li Kerkûkê 184 kes bi Koronayê ketine û 107 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Herwiha 9 kesan ji ber koronayê can daye û hejmara miriyan li Kerkûkê gihîştiyê 318 kesan.

Tevî amarên dawî heta niha li Kerkûkê 7 hezar û 120 kes bi koronayê ketine, 4 hezar û 76 kes baş bûne û 318 kes jî mirine.

Parve bike: