TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê krîza parêzgar: Endamên YNKê li dijî ne

Admin H
Nivîskar
📅 15 nîsan 2026 20:01

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di navbera serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamên wê yên encûmenê de rageşiyeke mezin derketiye holê.

Her çar endamên YNKê û endamê Fraksiyona Babîlonê peyameke tund ji serokatiya partiya xwe re şandine û ragihandine ku ew bi tu awayî amade nînin dengê xwe bidin berbijarê Eniya Tirkmenî Mihemed Semanoglu. Tevî ku serkirdetiya YNKê hewl dide endamên xwe razî bike daku pabendî lihevkirina bi Mihemed Helbûsî re bin heta niha tu nîşaneke paşvekişandinê ji aliyê endaman ve diyar nebûye û ev yek bûye astengî li pêşiya planên partiyê.

Hêjayî gotinê ye ev krîza navxweyî di demekê de ye ku îro, 15ê Nîsana 2026ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi nivîsareke bilez bang li endaman kir daku saet di 12:00 de bicivin. Tê gotin ku lihevkirinek di navbera Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serkirdetiya YNKê de pêk hatiye daku posta parêzgar bidin pêkhateya Tirkmen.

Lê belê helwesta tund a endamên YNKê yên di encûmenê de gumanan dixe ser encama vê civînê û ne diyare ka dê serkirdetî bikaribe di demeke kurt de vê girêka siyasî çareser bike yan na.

Parve bike: