TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê Pêsmergeyek hat kustin

Admin S
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2018 14:55

PeyamaKurd - Li Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî de, şeva borî kesek hat kuştin ku hat ragihandin ku ew kesê hatiye kuştin, pêşmergeyê bi navê Elî Osman Salih e.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Efrasiyaw Kamîn Weys ji medyayê re ragihand ku bûyer li taxa Letîf Ava ya Kerkûkê rû daye ku şer di navbera sê kesan de derketiye û du kesên birayê hev teqe li kesê sêyem ê bi navê Elî Osman Salih kirine û li cihê bûyerê can daye.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê daxuyakirin ku kesên gule berdane naskirî ne û fermana desteserkirina wan hatiye dayîn.

Parve bike: