Kurdistan
Li Kerkukê qedexe hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Şaneya krîzê li Kerkûkê biryara dirêj kirina qedexeya hatûçûnê li sînorê parêzgeha Kerkûkê ragihand.
Şandeya krîzê ya Kerkûkê biryara qedexeya çûnûhatinê li sînorê parêzgeha Kerkûkê heta 24ê mehê dirêj kir.
Şaneya krîzê ji gelê Kerkukê re ragihand ku ji bo vekirina dikan û mini marketan bo kirîna tiştan dikarin wan karên xwe jî demjimêr 08:00ê serê sibehê heta 14:00ê piştî nîvro pêk bînin.
Berî niha jî şaneya krîzê ya Kerkûkê, ji ber belavbûna vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatinê heta 18ê Nîsanê dirêj kiribû, lê di civîna doh de biryar hat dayîn qedexe heta roja 24ê mehê bê dirêj kirin.