TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê qutkirina elektrîkê metirsî li ser pêketiyên Koronayê çêdike

Admin L
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2021 15:01

PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê li ser qutkirina elektrîkê axivî û diyar kir, qutkirina elektrîkê metirsî li ser pêketiyên Koronayê çêdike. 

Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê Ziyad Cibûrî daye zanîn, elektrîka niştimanî bi berdewamî tê qutkirin û em neçar dibin jenaratorên nexweşxaneyan bidin xebitandin. 

Herwiha Ziyad Cibûrî eşkere kiriye, ji ber qeyrana  gazê û nexebitandina bi berdewamî ya jeneratoran metirsî li ser jiyana pêketiyên Koronayê çêdibe. Lewre pêwîstiya nexweşên Koronayê bi pileyeke sabît a germê heye qutkirina elektrîkê û kêmiya gazê metirsiyê li ser jiyana wan çêdike. 

Di berdewamiyê jî de Zîyad Cibûrî daxwaz ji îdareya parêzgariya Kerkûkê kir ku mîqdarê gaza nexweşxaneyan zêde bike. 

Parve bike: