Kurdistan
Li Kerkûkê teqîn: Di encamê de 3 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê li ser rêya dengdêran teqînek rû da û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Ligor medyaya Iraqê li ser rêya gundên Kerkûk û navenda wê bo dengdêr dengên xwe bi kar neynin bombe hatibûn bicihkirin.
Îro dema xelkên sivîl bo bikaranîna dengên xwe ber bi cihên dengdayinê ve diçin bipêlkirina yekî ji wan teqînek encam dide û 3 kes jiyana xwe ji dest didin.
Xebata ewlekariya Kerkûkê li ser îmhakirina bombeyan têrê nekir.
Dengdayîn vê sibehê seet li 07.00an destpêkir û li 18.00an bi dawî hat.