Kurdistan
Li Kirmansanê sahî bû sînî: 4 kustî, 16 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê di şahiyekê de çek hatin teqandin û di encamê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan şeva borî li taxa Çemen ya bajarê Kirmaşanê di şahiyeke zewacê de, mêvanekî bi çeka keleşê gule bi ser mêvanên din de reşand û yek ji wan jin 4 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku polîsê Kirmaşanê 3 kes ji ber vê bûyerê binçav kir, lê tohmetbarê sereke hîn nehatiye girtin. Hîn sedema derketina şerê di wê şahiyê de, nehatiye zanîn.