TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kirmaşan bi fuzeyan li jîngehan xistin: 8 cangorî hene

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2026 17:53

PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat li bajarê Kirmanşanê, li taxa Çeqgulanê îro (28 Adar 2026) ber destê siba bi fuzeyan lê xistine û di encamê de 4 ji wan xwendekar 8 kes jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê parêzgerê Kirmanşanê Behram Suleymani êrîşê ragihand û got ku bi şiddeta êrîşê hinek avahî hilweşiyane û di bin enqazan de 8 kes can dane.

Di nava cangoriyan de 4 ji wan keçikin û navên wan Asel Kehrizi, Yelda Kerimi, Yekta Kerimi û Panya İmami ne.

Heyva Sor ya Îranê jî ragihandiye ku li taxa fuze lê ketine, li dora 19 avahî zerarê dîne an bi temamî hilweşiyane.

Nehat ragihandin bê fuze ji aliyê Îranê de an DYA-Îsraîlê de hatine avêtin.

Parve bike: