TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kobanê ji ber qirêja ava Çemê Firatê 1.464 kes jehrî bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2021 21:37

PeyamaKurd - Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê ku Bakurê Kurdistanê tê, zêdetirî hezar kes bi jehrê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve ragihand ku ji ber kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve ji 27ê Çileyê ve ku av qirêj bûye, tenê di meha borî de hezar û 464 kes bi jehrê ketine.

Li gorî daxuyaniyê di meha borî de ji ber heman sedemê hezar û 377 kes bi jehrî ketin ku li gorî meha borî, hejmara kesên bi jehrê ketine zêde bûye.

Desteya Tenduristiyê ew yek wekî nîşana karesatekê bi nav kir ku sedema wê jî xelk neçar dimînin ava çem wekî ava vexwarinê bikar bînin.

Parve bike: