TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kobanî mayin teqiya: 4 zarok birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 10 tebax 2021 16:30

PeyamaKurd – Li Kobanî di encama teqîna mayina ji bermahiyên berê yên DAIŞê de, 4 zarok birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir:

8ê Tebaxê li gundê Şiyûx ê Kobanî mayinek ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê teqiya. Di encam teqînê de 4 zarokên ku pezê xwe li zeviyên çandiniyê diçêrandin birîndar bûn. Piştî bûyerê zarokên birîndar yekser ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hêzên ewlekariyê destnîşan kirin, ew di her mercan de ji bo peydakirina ewlehiya gelên xwe dixebitin.

Parve bike: