TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê 85 rojnamevan bi koronayê ketine û piranî li Silêmanî ne

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2020 14:09

PeyamaKurd - Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê 85 rojnamevan bi koronayê ketine ku piraniya wan jî li Silêmaniyê ne.

Sekreterê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Hemed Emîn got ku hinek dezgehên ragihandinê zanyariyên xwe ji wan vedişêrin û hejmara tûşbûyên koronayê yên rojnamevanan eşkere nakin.

Sekreterê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê da xuyakirin: “Heta niha 85 rojnamevan li Herêma Kurdistanê tûşî korona bûne, ji wê hejmarê jî şeş rojnamevan jin in, zêdetirî wan rojnamevanên tûşî korona bûne li devera parêzgeha Silêmaniyê ne.”

Hakim Azad Hemed Emîn got: “Beşeke zêde ji wan rojnamevanên tûşî korona bûne li nav studyo û dezgehên xwe ne, neku peyamnêr û rojnamevanên meydanî ne, li vir jî yekem car kargêriya wan dezgehan berpirs in.”

Parve bike: