TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê di 24 sietan de Kovid-19 nehat tesbîtkirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2020 03:32

PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de li herêma Kurdistanê vîrusa Kovid-19 ê nehatiye dîtin.

Di nav 24 sietên dawiyê de 1236 test hatine kirin û encama temaman negatîv derketiye. Niha 1171 kes di karantînayê de ne û navendên karantînayê li 33 ciyane.

Heya niha di 391 kesan de vîrus hatiye tesbîtkirin, ji wan 391 kes baş bûne, 5 kes mirine û niha tedawiya 25 kesan têkirin.

Parve bike: