Kurdistan
Li Kurdistanê hêjî teyrok dibare
PeyamaKurd- Li bajarê Sêwasê hêjî carna baran û berf û carna teyrok dibare. Teyroka piştî baranê rêyên navçeyên Sêwasê yên Gurun û Zarayê sipî kir. Ajotvan nikaribûn erebeyên xwe bajon û çandiniyên deverê zerarê dîtin.
Bi sedema dîtina mesafeya pêşiya wan ket, gelek erebe li kenarê rê rawestiyan heya barana teyrok bisekine.