Kurdistan
Li Kurdistanê ji bo mela û mizgeftan sîstemeke nû tê danîn
PeyamaKurd – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Kurdistanê Piştîvan Sadiq ragihand ku wê sîstema danîna melayan û rêvebirina mizgeftan li herêma Kurdistanê were guhertin.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarîn Ayînî Piştîvan Sadiq ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ew mijûlî amadekirina planekê ne bo guhertina sîstema danîna melayan û rêvebirina mizgeftan li Herêma Kurdistanê.
Piştîvan Sadiq da zanîn ku ew guhertin dê bi sûda welatiyan be û arîşeyên mizgeft û melayan dê bi yekcarî bên çareserkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Başûrê Kurdistanê, derdora 6 hezar mizgeft hene.