Li Kurdistanê rûyê çapxaneyan ges bû
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê ku wê di 30ê Îlonê da bên kirin, bi kêrî çapxaneyên ku ev çend sal e ji ber krîza aboriyê di tengasiyê da ne hat.
Di hilbijartinên parlamenteriyê yên Herêma Kurdistanê ku dê li herçar parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê bên kirin û herwiha bi tevahî 3 milyon û 88 hezar dengdêrên qeydkirî dê dengê xwe bidin da 700 namzed ketine milmilaneyê.
Namzed ji bo ku karîgeriyê li ser dengdêran bikin, wadên xwe îfade bikin û dengê xwe bigihînin dengdêran, rêbazên cuda diemilînin.
Namzedên parlamenteriyê ji bo danasîn û propagandayê helbet malperên înternetê û medyaya sosyal diemilînin, lêbelê namzed ji bo ku baştir karîgeriyê li dengdêran bikin, li gorî rêbaza kevn, poster û afîşan çap dikin û li ser kuçe kolanan bi dîregên ceyranê va dadiliqînin û bi dîwaran va dizeliqînin.
Li herêmê rêbaza herî bibandor a propagandayê, çapkirina poster, afîş, broşur û kartvîzîtan e. Ji ber hindê jî namzed ji bo ku di milmilaneya xwe da bi ser bikevin û di 1ê Cotmehê da bibin parlamenter, berê xwe didin çapxaneyên ku ji 2014an vir va ji ber krîza aboriyê di tengasiyê da ne.
Midûrê Çapxaneya Rengînê li Hewlêrê Ziyad Balîsanî diyar kir ku di pêvajoyên hilbijartinan timî kar û şixulê wan zêde dibe û wiha dewam kir, "Hefteyek beriya ku propagandaya hilbijartinê dest pê bike, me dest bi çapkirina afîşên namzedan kir. Ji ku em xwe pê ra bigihînin, rojê em qedera 20 saetan mesaiyê dikin."
Balîsanî bal kişand ku li herêmê her namzed qedera hezarî poster didin çapkirin û wiha dewam kir, "Em ji namzedên ku tên çapxaneya me ji hezarî dolarî heya 10 hezar dolarî li gorî qalîteya alavan, ucret dixwazin."
Xwediyê Çapxaneya Şadiyê Omer Zorbaş jî diyar kir ku hilbijartin nêzîk e û milmilaneya namzedan jî dijwar derbas dibin û lewma jî karê wan zêde bûye. Zorbaş got ku makîneyên wan rojê 24 saetan vekirî ne û alavan çap dikin.
Zorbaş wiha axivî, "Namzedên parlamenteriyê bi budceyên cidî tên cem me û ji bo alavên danasînê ji hezar dolarî heya 400 hezar dolarî pere ji bêrîka xwe derdixin."
Li Herêma Kurdistana hilbijartina giştî ya parlamenteriyê dê di 30ê Îlona 2018an da were kirin. Li herêmê pêvajoya propagandayê di 11ê Îlonê da dest pê kiribû û dê 48 saet beriya ku dengdayîn dest pê bike bi dawî bibe.