TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Lubnanê li nêzîkî parlamenê alozî derket

Admin H
Nivîskar
📅 12 sibat 2020 01:01

PeyamaKurd - Li derdora Parlamentoya Lubnanê pevçûn di navbera xwepêşander û artêşa Lubnanê de derket û di encamê de hejmarek ji xwepêşanderan birîndar bûn.

Beriya ku Parlamena Lubnanê ji bo bawerîdana hikumeta nû bicive, xwepêşander li nêzîkî avahiya parlamentoyê kom bûn.

Hêzên Ewlekariyê hewl dan xwepêşanderan  bi gaza rondikrêj xwepêşanderan belav bikin û alozî derket.

Herwiha hat zanîn ku gelek rêyên diçin parlamentoyê hatine girtin û di aloziya navbera Hêzên Ewlekariya Hundir jî û xwepêşanderan de hejmarek kes birîndar bûne.

Parve bike: