Kurdistan
Li Malabadê xortê 17 salî di ava çem de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Farqînê li nahiya Malabadê xortê 17 salî yê bi navê Hebun Kursek bi bavê xwe ket ava çemê Batmanê da xwe hînik bikin.
Piştî demekî Hebun Kursek di nava avê de pirpitî. Li ser wendabûna xortî, tîmên AFADê, tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
Dema xwe gihandin Hebun Kursek xwestin wî dagerînin lê mixabin can da.
Piştî lêkolîna li ciyê rûdanê, cenazê Hebun Kursek birin morgê ji bo otopsiyê.