Kurdistan
Li Maraşê cesedê zilamekî di kanala avê de dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li taxa Avşarê şivanê ku heywanên xwe diçêrand, di kanala avê de cesedê mêrekî ku cesed hinekî riziyabû dît.
Li ser dîtina cesed, şivan xeberê da polîs û polîs çû ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li ser cesed xebitîn û zanîn ku cesed yê zilame û di bedena wî de rizandin çêbûye.
Cesed ji kanala avê derxistin û birin morga Tib a Edlî ya bajarê Maraşê. Ji bo nasnama zilamî tesbît bikin û sedema mirina wî zanibin dê li serê tehlîlan bikin.