Kurdistan
Li Mehabadê ji ber hilwesîna dîwar 2 kes mirin 3 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, dîwar bi ser karkeran de hilweşiya, herî kêm 2 karker mirin.
Malpera Hengawê ragihandiye, duhî li gundê Konedê yê Mehabadê dîwar bi ser komek karker de hilweşiya. Li gorî agahiyan, di encamê de 2 karker mirin û 3 karker jî birîndar bûn. Ewên ku mirine, birayên hev bûn.
Navê Yekê Resûl û navê yê din jî Qadir bû. Ew xortên kurd xelkê gundê Girdî Yaqûb yê Mehabadê bûn.
Karkerên birîndar jî niha li nexweşxaneya Xumênî ya Mehabadê de tên dermankirin.