TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê 2 qeza çêbûn: 14 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2021 02:20

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê 2 qeza  çêbûn û 14 kes birîndar bûn. Mînîbusa ku ji kontrola ajotvan derket, ji ser rê derket û wergeriya kenarê rê. Di encamê de 8 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê, 5 ji birîndaran birin nexweşxana Turgut Özal û 3 birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya dewletê.

Qeza duyem li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê çêbû ku otomobîlekî û mînîbusa rêwiyan lihev ketin û 6 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Polîs, li ser her dû qezayan lêpirsîna xwe dike.

Parve bike: