Kurdistan
Li Meletiyê di pevçûnekî de 2 kes birîndar bûn û polîs 5 kesan xist binçav
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê di navbera du grûban de pevçûn derket, di encamêde kesekî bi demançê û kesekî din bi derbê birîndar bûn. Hêzên asayîşê 5 kesan xistin binçav.
Bûyer li taxa Kiltepe, di kolana tamirciler de çêbû lê sedema pevçûna wan nehat zanîn. Di pevçûnê de M.Ş. bi demançê û V.S. bi derbê birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên 112ê birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê û ya Navenda Tibê ya Turgut Özal ya Meletiyê.