Kurdistan
Li Mêrdîn û Rihayê perwerdeya dibistanan hat rawestandin
PeyamaKurd - Bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li navçeyên sînor ên Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê rojên 14-15 û 16ê Cotmehê perwerdeya li dibistanan hat rawestandin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê, li hemû dibistanên Nisêbînê, li navçeyên Qoser û Artuklu jî wan navçeyên nêzîkê sînor, Duşemê 14ê Cotmehê, Sêşem 15ê Cotmehê û Çarşem 16ê Cotmehê perwerde hatiye rawestandin.
Herwiha parêzgariya Rihayê jî ragihand, li hemû dibistanên qezayên Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê, li qezayên Pirsûs û Bêrecûkê jî navçeyên nêzîkê sînor ji 14ê Cotmehê heta 16ê Cotmehê perwerde hatiye rawestandin.
Berî niha jî ji bo du rojan li wan herêman perwerde hatibû rawestandin.