Kurdistan
Li Mêrdîn û Sirnexê dibistan 5 rojên din têne girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li navçeyên sînorî yên bajarên bakurê Kurdistanê Mêrdîn û Şirnexê 5 rojan ji bo perwerdehiyê navber hat dayîn.
Li gorî ragihandina parêzgariyên Mêrdîn û Şirnexê, li hejmarek zêde gund û navçeyan ji bo perwerdehiyê 5 rojan navber hatiye dayîn ku dê dibistan di nav wê maweyê de girtî bin.
Hat ragihandin ku li navçeyên Hezex, Cizîr û Silopîya yên Şirnexê li 55 gundan û li Mêrdînê jî tevahiya navçeya Nisêbînê, navçeya Artuklu û Qoserê 5 rojan ji bo perwerdehiyê navber hatiye dayîn.
Parêzgariyan da xuyakirin ku dê ji 21ê Cotmehê heta 25ê mehê dibistan girtî bin.