TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê jî parêzgeh, kirina çalakiyan ji bo hefteyekî qedexe kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 hezîran 2024 03:00

PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê ji bo hefteyekî kirina çalakiyan qedex kir. Esas qedexe, li ser tayînkirina qeyyûm ê ji bo şaredariya Hakkariyê ku di şûna şaredarê DEM Partiyê de hat tayinkirin, ji bo bertekên tevgerî li seranserê Kurdistanê zêde nebin û ber li wan bigrin hat dayîn.

Qedexe, ji 4ê Hezîrana 2024an de seet di 08.00an de destpêdike û heya 10ê Hezîranê seet 23.59 dewam dike.

Heya niha li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê qedexe hatine danîn û wisa xwuya dike ku wê jimara bajaran zêdetir bikin.

Parve bike: